Di derbarê mijarê de malpera Bexda post li ser zimanê hemwelatiyek kurd belav kir: ‘’Em demek dirêje li Zîqar dijîn û hejmareke me ya zêde li vêderê ji dayîkbûye û xwandina me li vê deverê bûye, naha çawa me ji vê derê derdixin?’’
Herwaha got, xanî û milk hemû li ser navê me ye ji ber vê jî: ‘’Emê çawa 2 rojan de wan hemûyan bihêlin û derbikevin?’’
Heman malperê aşkera kir, ew hemwelatiyên kurd ên li parêzgeha Zîqar di nexwaşxane, şîrketên taybet û aliyê bazirganî de kar dikin û bi ti awayekê nikarin di 48 demjimêran de mal û milkên xwe bifroşin.
Berî naha heman encûmenê hejmarek zêde hemwelatiyên ereb ên sunne yên navçeya Cerf Sexer ku koçber bibûn, rê li wan girtin ku ne vegerin ser malên xwe û milîsên ereb ên şîe dest danîbûn ser mal û milkê wan.
Biryar encûmena parêzgeha Zîqar di çarçoveya bandora hizra şovenî û nemirovane û neyariyê ya berpirsên hikûmet, partî û yasayî yên Iraqê ve hatiye dayîn û ji ber referandûma serxwebûna Kurdistanê dijatiya xelkê kurd û Kurdistanê dikin.