Hate hînbûn ku îro di encama bomberdûmana artêşa Tirk a li ser baxçeyên Lolanê yên herêma Bradostê û quntarên Çiyayê Şekiwyan de 2 welatî birîndar bûne.
Derbarê bombebaranê de Rêveberê Giştî yê Nexweşxaneya Dewletê ya Sîdekanê Karwan Feysal ji ajansa Rûdawê re got, "Hêzek gihîştiye me ku 2 welatî birîndar bûne. Weke tîmên nexweşxaneyê me hemû amadekarî ji bo dermankirina birîndaran kirin."
Karwan Feysal diyar kir ku ji ber pevçûnên li herêmê nikarin ambulansê bişînin û welatiyên herêmê dê kesên di encama êrîşê de birîndar bûne bînin nexweşxaneyê.