Li Duhokê li dijî siyasetên hikûmeta Iraqê yên li hember Herêma Kurdistanê xwepêşandan tê kirin

Biryar e îro çalakvanên sivîl, rêxistin û xelkê parêzgeha Duhokê li dijî biryar û siyaseta hikûmeta Iraqê ya li hember Herêma Kurdistanê û şehîdkirina welatiyên Kurd li Kerkûkê, nerazîbûna xwe pêşan bidin.

05.09.2023, Sal - 08:03

Li Duhokê li dijî siyasetên hikûmeta Iraqê yên li hember Herêma Kurdistanê xwepêşandan tê kirin
Nuçe Belav bike

Biryar e îro çalakvanên sivîl, rêxistin û xelkê parêzgeha Duhokê li dijî biryar û siyaseta hikûmeta Iraqê ya li hember Herêma Kurdistanê û şehîdkirina welatiyên Kurd li Kerkûkê, nerazîbûna xwe pêşan bidin.

Mela Enes Doskî ku yek ji organîzatorên xwepêşandana Duhokê ji ajansa K24ê re ragihand, armanca wê xwepêşandanê, gihandina peyamekê bo aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û civaka navdewletî ye ku fişarê li hikûmeta Iraqê bikin, da ku siyaseta xwe li hember Herêma Kurdistanê biguhlêre.

Piştî ku alîgirên Heşdî Şeibî li dijî radestkirina baregehên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) 5 rojan rêya Kerkûk-Hewlêrê girtibûn, welatiyên Kurd ên Kerkûkê roja 2ê Îlonê nerazîbûna xwe di xwepêşandanekê de nîşan dan û daxwaza vekirina rê kirin.

Di encama bersivdayîna hêzên asayîşa Kerkûkê de, ku di wan 5 rojan de alîgiriya Heşda Şeibî diparastin, bi guleyan destêwerdana xwepêşandana Kurdan kirin û di encamê de 4 welatiyên Kurd şehîd bûn û 15 welatiyên din jî birîndar bûn.

Piştî peyamên Serok Barzanî, Serokê Herêmê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Serokwezîrê Iraqê û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî şeva borî biryar da ku komîteyek ji bo lêkolînkirina sedemên şehîdbûn û birîndarbûna welatiyên Kerkûkê bê avakirin.

Derbarê siyaseta hikûmeta Iraqê li hember Herêma Kurdistanê de jî, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî duhî di konferanseke rojnamevanî de ragihand, hikûmeta Iraqê siyaseta birçîkirinê li dijî gelê Herêma Kurdistanê dimeşîne.

Got jî: Hikûmeta Iraqê biryar daye ku mehane tenê 500 milyar dînar ji bo mûçeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bişîne, lê hemberê pêwîstiya Herêma Kurdistanê bi 940 milyar dînar heye û tiştên ku hikûmeta Iraqê dişîne têra dabeşkirina mûçeyan nake.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 375 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:58:19
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x