Li Hewlêrê Dêra Şandeyên Pîroz hat vekirin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 5ê Tebaxê di merasîmeke taybet de, dêra nû ya “Şandeyên Pîroz” li Hewlêrê vekir.

05.08.2023, Cts - 16:41

Li Hewlêrê Dêra Şandeyên Pîroz hat vekirin
Nuçe Belav bike

Di destpêka merasîmê de Patriyarikê Dêra Rojhilatê ya Aşûriyan li Iraq û cîhanê Marawayê Sêyem di gotarekê de ragihand, spasiya alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku piştevaniya dêra wan kir, ku kariye kursiyê Patriyarik bo Hewlêrê veguhezîne, bi taybet ku Baregeha Patriyark di Îlona sala borî de bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî hatibû vekirin.

Got jî: Li ser bingeha pêwendiya dîrokî ya ku di navbera bav û kalên malbata Mar Şemûn û Şêx Ebdulselam Barzanî de beriya Şerê Cîhanê yê Yekem hebû, ev baregeh hatibû avakirin û heta niha jî ev pêwendiya dostanî û rêzgirtina li neteweya Aşûrî berdewam e.

Bal kişande ser wê yekê, “Îro li Herêma Kurdistanê bi piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dêra Şandeyên Pîroz hat vekirin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi çavê biratiyê li hemû pêkheteyan dinêre, ev pêkhate her çend e biçûk be jî, lê girîng û xwedî dîrokeke kevnar in wek neteweya Aşûrî.”

Patriyarikê Dêra Rojhilatê ya Aşûriyan got jî: “Li vê herêma ku em lê dijîn, divê em hemû bi hev re vî welatî bikin malê me yê hevpar, armanca me ya bilind jî, divê serkeftina mayînde ya vê herêmê be. Îro Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekezî li ser giringiya pêkvejiyana hevbeş di navbera neteweyên weke bira û bêyî cudahiyên etnîkî û olî dike.”

Herwiha got: “Dêrên ku Xiristiyan ji bo nimêjê tê de li hev dicivin, di eslê xwe de malên taybet bûn, lê piştre ji bo wan perestgehên taybet hatin çêkirin.”

K24
Vî nûçeyê tevayî: 649 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:31:27
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x