Li Kampa Xanikê teqîn: Mirî û birîndar hene

Li Kampa Xanikê ya li Dihokê teqînekê rû da, li gorî agahiyên destpêkê mirî û birîndar hene.

02.07.2024, Sal - 15:38

Li Kampa Xanikê teqîn: Mirî û birîndar hene
Nuçe Belav bike

Birevebirê Saziya Koç û Koçberan a Dihokê Pîr Deyan li ser bûyerê got, “Di encama teqîna cilşoyekê de jineke 37 salî miriye.”

Çavkaniyeke ji hêzên ewlehiyê ya ku nexwest navê xwe eşkere bike jî ajansa Rûdawê re got:

“Hêzên ewlehiyê çûne cihê bûyerê û lêkolînan dest pêkiriye. Guman heye ku mayîn teqiyabe.”

Heman çavkaniyê da zanîn, “Jinek miriye û çend birîndar hene.”

Beşek ji Şingaliyên ku piştî êrişa DAIŞê ya sala 2014an ji cih û warê xwe bûne li Kampa Xanikê dimînin.

 

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 133 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:21:26
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x