Li Kerkûkê du çekdarên DAIŞê hatin desteserkirin

Wezareta Berevaniyê ya Iraqê ragihand ku du çekdarên DAIŞê li Kerkûkê hatine desteserkirin ku yek ji wan biyanî ye.

26.08.2023, Cts - 13:17

Li Kerkûkê du çekdarên DAIŞê hatin desteserkirin
Nuçe Belav bike

Rêveberiya Giştî ya Îstixbarat û Asayîşê ya li Wezareta Berevaniyê ya Iraqê di daxuyaniyekê de eşkere kir, bi zanyariyên îstixbaratê, du çekdarên DAIŞê li Kerkûkê hatin desteserkirin.

Herwiha diyar kir, yek ji desteserkiriyan ji welatên cîran hatiye û xwestiye bi nasnameya sexte û bi qaçax biçe Kerkûkê, piştre xwe bigihîne parêzgeha Diyale û kiryarên terorîstiyê encam bide.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin: “Terorîstê duyem jî ser bi grûpa xelafetê bûye û di sala 2014an de bîet bi çeteyên terorîst daye û birayên wî jî serkirdeyên diyar ên DAIŞê ne.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 931 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:46:04
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x