Li Şingalê bombebaran: 3 şervanan canê xwe ji dest da

Droneke artêşa Tirkiyeyê li Şingalê otomobîlek bombebaran kir, di encamê de 3 şervanan canê xwe ji dest da.

17.09.2023, Paz - 19:21

Li Şingalê bombebaran: 3 şervanan canê xwe ji dest da
Nuçe Belav bike

Saet derdora 13:50î de droneke Tirkiyeyê li komelgeha Serdeştê ya Şingalê otomobêleke leşkerî bombebaran kir.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) li ser bombebaranê daxuyaniyek da.

YBŞyê ragihand ku êriş ji aliyê artêşa Tirkiyeyê ve hatiye kirin.

Herwiha YBŞyê da zanîn ku di êrişê de 3 şervanên wan canê xwe ji dest daye.

Di daxuyaniya YBŞyê de hat diyarkirin ku nasnameyên şervanên jiyana xwe ji dest daye wê di rojên pêş de bên eşkerekirin.

Artêşa Tirkiyeyê, gelek caran li Şengalê li hemberî hêzên nêzîkî PKKyê êrişên bi vî rengî pêk tîne.

Herî dawî 23yê Gulanê avahiyeke li nahiyeya Sinûnê ya Şengalê ji aliyê dronan ve hatibû bombekirin.

Di vê êrîşê de 3 endamên YBŞyê jiyana xwe ji dest dabû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 329 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:53:14
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x