Mela Bextiyar: Me ji PKKê re got ku divê kirîza Şingalê bi rêbazên siyasî were çareserkirin

Berpirsê Polîtburoya YNKê Mela Bextiyar ragihand, wan ji PKKê re gotine ku kirîza Şingalê bi rêbazên siyasî çareser bikin.

15.03.2017, Çar - 12:29

Mela Bextiyar: Me ji PKKê re got ku divê kirîza Şingalê bi rêbazên siyasî were çareserkirin
Nuçe Belav bike

Berpirsê Polîtburoya YNKê Mela Bextiyar, îro li bajarê Silêmaniyê piştî ku navê xwe di sîstema bayometrî ya hikûmetê de tomar kir, bersiva pirsên rojnamevanan da.

Mela Bextiyar derheqê rewşa Şingalê û aloziyên ku vê dawiyê li Xanesorê derketine got, me pêrar pêşbîniya bûyerên ku vê dawiyê li Şingalê qewimîn, kiribû. Me bi PKK û PYDê re axivî û bi eşkere ji wan re got ku divê ew kêşe û kirîz bi rêbazên siyasî were çareserkirin, bi lihevkirin û lihevhatinê çareser bibe. Nabe ew kêşe bibe sebeba derketina şer di navbera PKK/PYD û PDKê de.

Mela Bextiyar her wiha got, em di vê mijarê de ne pişta PKKê digirin ne jî ya PDKê ne dijîtiya PDKê dikin ne jî dijîtiya PKK û PYDê dikin. Em nabin beşek ji wî şer û aloziyê.

Berpirsê Polîtburoya YNKê anî ziman ku YNK her dem piştgiriya xebata netewî ya kurdan li hemû parçeyên Kurdistanê kiriye û gavek jî ji vê helwesta xwe paşde neavêtiye û got, daxwazî û hêviya me ew e ku hemû aliyên nakok li hev rûnên û bi diyalogê kêşeyên xwe çareser bikin.

BasNews
Vî nûçeyê tevayî: 1247 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:42:09
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x