Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî nivîsek li tora civakiya xwe de belav kiriye û amaje bi vê yekê dike ku nabe bo her tim em li tirs û nearamiyê de bijîn û diyar dike ku DAIŞê ber têkçûnê ye.
Mesrûr Barzanî îro 11.01.2017ê li nivîsekê xwe de ku li tora cavakiya xwe de belav kiriye vê yekê diyar dike ku:”Îro ez li gel li Wezîrê Derve yê Japonya Kîntaro Sunora civiyam û min ji bo projeya wan yan rakirin û pûçkirina mînan û vekêrina ofîsa dîplomasiyê(Konsolxaneya giştî) destxweşî li wan kir.”
Herwaha Mesrûr Barzanî di nivîsekê de vê yekê jî eşker dike ku:”DAIŞ ber bi têkçûne û ez pêşerojeke bihêvî ji bo gelê me dibînin nabe ku em hertim li tirs û nearamiyê de bijîn.”