Mesrûr Barzanî: Geheştina kurdan a mafên xwe dê bibe faktorê seqamgiriya hemu herêmê!

Şêwirmendê encûmena asayîşa herêma Kurdistanê pêşwazê li balyozê Brîtanya li Iraqê û şandeyek gel wî kir.

28.01.2017, Cts - 13:21

Mesrûr Barzanî: Geheştina kurdan a mafên xwe dê bibe faktorê seqamgiriya hemu herêmê!
Nuçe Belav bike

Li gor daxuyaniya ku wêneyekî ji BasNewsê re hatiye rêkirin, îro 28.01.2017ê şêwirmendê encûmena asayîşa herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêşwazî li balyozê Brîtanya yê Iraqê Franc Beiker û şandeya gel wî kir û diyar kir: ‘’Geheştina kurdan a mafên xwe dibe faktoreke seqamgirî û qahîmkirina wekhewî di navbera xelkên herêmê de, ku ji netew, ol û mezhebên cuda pêkhatiye.’’

Herwaha di hevdîtinê de ku berpirsê konsolê giştî yê Brîtanyayê li Hewlêrê John Sharp jî amade bû, piştî nirxandina pêşhateyên siyasî û leşkerî li herêmê û çawaniya birêvebirina Mûsilê û piştî nemana DAIŞê hatin gotûbêj kirin.

Di hevdîtinê de Mesrûr Barzanî gotûbêj û pêngavên di navbera aliyên siyasî yên Kurdistanê de bo çareserkirina cudayiyên navxwe rawekir û balkêşa ser pêwîstiya yekrêziya hêzên Kurdistanê, bo ku hêzeke zêdetir ve li hember eger û pêşhateyan raweste, bo bidest xistina berjewendiya hemwelatiyên Kurdistanê. Herwaha behsa nexşerêya serxwebûna Kurdistanê kir, ku xwastekeke hevbeş a hêzên Kurdistanê ye û ragehand: ‘’Geheştina kurdan a bo mafên xwe dibe faktorekî seqamgirî û qahîmkirina wekhewiyê ya navbera gelên navçeyê ye.’’

Ji aliyê xwe ve balyozê Brîtanya yê Iraqê jî behsa siyaset û stratejiya welatê xwe li Iraqê kir û teqez kir ku berdewamiya alîkariyên welatê wan a di şerê dijî terorîstên DAIŞê de bo herêma Kurdistanê wê bidome.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1119 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:22:08
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x