Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 24.01.2024 li hejmara xwe ya “X” nivîsî: “Heya dawiya sala 2024an, gihîştina xizmetguzariyên darayî li Herêma Kurdistanê ji kêmtirî 5% bo 35% zêde dibe.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di nivîsa xwe de got: “Tora amûrên rakêşana pereyan ku beşeke girîng a projeyan e, bi hevkariya bankên taybet hejmara wan nêzîkî du qat zêde bûye.”
Hejmara Min destpêşxeriyeke kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ji bo pêşvebirina kertê bankî û dîjîtalkirina peredanê ji bo zêdetirî yek milyon fermanber, karmendên hêzên ewlehiyê û xanenişînên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ku ev jî piştbestina bi karûbarên kaş kêm dike, aktîviya hikûmetê û şefafiyetê jî zêdetir dike.
Bi rêya pêşengiya “Hejmara Min”, fermanberên kertê giştî, hêzên ewlehiyê û xanenişînan dikarin bi rengekî parastî û şefaf û guncayî bi rêya torekê ji amûrê vekêşana pereyî (ATM) mûçeyên xwe werbigirin, ku zêdetirî hezar bingehan dê li tevaya Herêma Kurdistanê bên danan.
Herwiha ev piroje hêsankariyan dike ku tevaya pişkdarên wê bikarin xizmetkariyên bankî yên pêşkeftî bi dest bixin, wekî qerzan, paşkeftkirinê û peredana dîjîtal.