Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî bi boneya 71 saliya damezrandina Yekîtiya Jinên Kurdistanê, pîrozbahî li Sekreter û endamên Sekreteriya Yekîtiya Jinên Kurdistanê kir û ragihand: “Yekîtiya Jinan dibistanek bû ji bo pêgehandina gelek jinên jêhatî û serkirde.”
Peyama Cîgirê Serokê PDKê Mesrûr Barzanî:
Bi boneya 71 saliya damezrandina Yekîtiya Jinên Kurdistanê, bi germî pîrozbahiyê li Sekreter û endamên Sekreteriyatê û hemû jinên Kurdistanê dikim û hêviya pêşkeftin û serkeftinên zêdetir ji wan re dixwazim.
Yekîtiya Jinên Kurdistanê di dîroka tevgera rizgarîxwaza gelê Kurdistanê de, roleke girîng lîstiye û dibistanek bû ji bo pêgehandina gelek jinên jêhatî û serkirde.
Bi vê boneyê em pabendbûna xwe ya ji bo parastina mafên jinên Kurdistanê û bihêzkirina rol û pêgeha jinan di birêvebirin û pêşxistina şiyanên wan de tekez dikin.
Salvegera damezrandina Yekîtiya Jinên Kurdistanê pîroz be.
Silav li giyanê pak ê şehîdên Yekîtiya Jinên Kurdistanê û hemû şehîdên Kurdistanê.
Mesrûr Barzanî
Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê