Mesrûr Barzanî Cejna Jidayikbûna Hezretî Mesîh pîrozbahiyê li Kiristiyanan dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek bi boneya Cejna Jidayikbûna Pêxember Îsa Mesîh (silavên Xwedê lê bin) belav kir û pîrozbahî li Kiristiyanên Kurdistan, Iraq û cîhanê kir.

25.12.2024, Çar - 10:27

Mesrûr Barzanî Cejna Jidayikbûna Hezretî Mesîh pîrozbahiyê li Kiristiyanan dike
Nuçe Belav bike

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got: “Bi boneya Cejna Jidayikbûna Pêxember Îsa Mesîh (silavên Xwedê lê bin) pîrozbahiyê li Kiristiyanên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim û hêviya cejn û betlaneke aram û pir xweşî ji wan re dixwazim.”

Herwiha tekezî li wê yekê kir, “Kurdistan hertim bûye welatê pêkvejiyana ol û ayînên cuda. Pêwîst e em hemû çanda pêkvejiyana aştiyane bipêş bixin û aştiya civakî, biratî û yekitiya di navbera hemû pêkhateyên Kurdistanê de bihêz bikin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di dawiya peyama xwe de got: “Cejna Jidayikbûnê pîroz be û her dem di xweşiyê de bin.

Vî nûçeyê tevayî: 141 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:50:39
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x