Mesrûr Barzanî di civîna ligel şanda Parlamentoya Kanadayê de: Dest ji mafên xwe yên rewa û destûrî bernadin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 4ê Îlona 2023an pêşwaziya şandeke Parlamentoya Kanadayê bi serokatiya parlamenter Tom Kmiec kir.

04.09.2023, Pts - 15:14

Mesrûr Barzanî di civîna ligel şanda Parlamentoya Kanadayê de: Dest ji mafên xwe yên rewa û destûrî bernadin
Nuçe Belav bike

Serokê şanda Kanadî kurteyek derbarê kar û çalakiyên Koma Parlamenterên Dostê Kurd li Parlamentoya Kanadayê pêşkêş kir, ku ji hejmarek parlamenterên piraniya partiyên Kanada pêk hatiye û armanca wan piştevaniya doza Kurdî û pêşxistina pêwendiyên di navbera Kanadayê û Herêma Kurdistanê de ye.

Her wiha şanda mêvan rewşa pêkvejiyana aştiyane, azadiya olî û azadiya ragihandinê li Herêma Kurdistanê bilind nirxand, ku hevşêweyê azadîyên ku li Kanadayê hene ye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya hevkarî û piştevaniya Kanadayê bo Herêma Kurdistanê kir, bi taybetî di şerê dijî terorîstên DAIŞê de.

Di mijareke din a civînê de, Serokwezîrê Mesrûr Barzanî bal kişand li ser pêşhatên dawî yên di warê pêwendiyên li gel hikûmeta federal de û aşkere kir ku Herêma Kurdistanê hemû erkên xwe yên di çarçoveya destûrê de cih aniye, lê cihê mixabinî û dilgiraniyeke mezin ku mafên gelê Kurdistanê bi awayekî gelek nedadperwerî û nedestûrî tê binpêkirin û rêz li rêkeftina aliyên ku hikûmetê ava kirine û karnameya hikûmetê nayê girtin ku li Encûmena Nûneran a Iraqê bi piraniya dengan hatiye pesendkirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li ser wê yekê kir ku gelê Kurdistanê bi ti awayî dest ji mafên xwe yên rewa û destûrî bernade û serê xwe li ber ti fişar û gefên wan aliyan natewîne ku dixwazin Iraqê vegerînin serdema dîktatorî, zordarî û çewsandina gelê Kurdistanê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 531 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:44:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x