Mesrûr Barzanî: Em destê avedaniyê digihînin hemû bajar û bajarokên Kurdistanê

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di merasîma danîna kevirê bingehîn ê rêya Hewlêr-Koyê de ragihand, “Gelek bername û pilanên me yên çêkirina toreke baş a rêyan heye, ji bo girêdana hemû bajaran û em gav bi gav wê planê cîbicî dikin.”

10.10.2024, Per - 15:08

Mesrûr Barzanî: Em destê avedaniyê digihînin hemû bajar û bajarokên Kurdistanê
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro bi merasîmekê kevirê bingehîn ê rêya Hewlêr-Koyê danî û di gotarek de got: “Ev rê dikare alîkariyeke mezin be ji bo girêdana Koye, Teqtaq û derdora wê bi Hewlêra paytext û dê bibe beşeke sereke ya girêdana Hewlêr û Silêmaniyê.”

Mesrû Barzanî got jî: “Gelek bername û pilanên me yên çêkirina toreke baş a rêyan heye, ji bo girêdana hemû bajaran û em gav bi gav wê planê cîbicî dikin.”

Amaje bi wê jî kir, “Berî çend salan biryar li ser cîbicîkirina projeya dualî ya Hewlêr-Koyê hatibû dayîn, lê ji ber sedemên cuda ew proje nehat cîbicîkirin. Me biryar da ku em vê projeyê bi dîzayneke nûtir û berfirehtir, bi kalîte û standardên navdewletî pêk bînin. Hêvîdar im kompanyaya cîbicîkar bikare di demek nêzîk de rê bixe xizmeta welatiyan.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li ser wê yekê kir: “Em di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de dixwazin bê cudahî destê avedaniyê û xizmetguzariyê bigihînin hemû bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê.”

Herwiha daxwaz ji welatiyên Herêma Kurdistanê kir û got: “Piştî cîbicîkirina projeyên rêyan, rêzikên çûnûhatinê bi cih bînin, ji ber ku ev rê ji bo lezkirina çûnûhatina di navbera du bajaran de ye û ji bo ewlekarî û kêmkirina qezayên çûnûhatinê bikar tên; Ev yek jî dê sîmaya welatê me ciwantir dike.”

Dirêjahiya rêya Hewlêr-Koyê, 38 kîlometre ye û di nava 3 salan de bi budceya 403 milyar dînar tê cîbicîkirin. Rê 32 metre fireh e û dê bi kalîte û dîzayna modern bê çêkirin. Li gel çêkirina cadeyê, pireke nû ya 250 metreyî û 5 pirên (overpass) tên çêkirin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 153 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:00:00
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x