Mesrûr Barzanî: Em dev ji mafên gelê Kurdistanê bernadin

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di ahenga Newroza Akrê de gotarek pêşkêş kir û got, “Em dev ji mafên gelê Kurdistanê bernadin.”

21.03.2024, Per - 09:17

Mesrûr Barzanî: Em dev ji mafên gelê Kurdistanê bernadin
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro beşdarî merasîma Newroza Akrê bû û di merasîmê de gotarek pêşkêş kir.

Mesrûr Barzanî behsa çareserkirina pirsgirêka mûçeyê kir û got: "Ez we dilniya dikim ku ji bo çareserkrina pirsa mûçe em ligel Serokwezîrê Îraqê di guftugoyê de ne.

Wekî ku wî ji me re gotiye, di çend rojên pêş de [pirsa mûçeyê] tê çareserkirin. Ez hêvî dikim ev babet êdî nebe pirsgirêk ji bo xelkê Kurdistanê."

“Xelk û xaka me ji mûçe mezintir ın”

Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir, "Em rûbirûyî zilm û bêhiqûqî û gendeliyê dibin û ti carî dev ji mafên gelê Kurdistanê bernadin."

Mesrûr Barzanî wiha axivî "Ji bo têkdan û neşandina mûçe û dabînkirina budceya xelkê Herêma Kurdistanê destên gelekî xirab hebûn.

Pirsgirêka me bi tenê mûçe nîne, daxwaza me, rêbaza me, miletê û xaka me gelekî ji mûçeyê mezintir e. Lêbelê mûçe jî bi jiyana xelkê me ve girêdayî ye.

Mesrûr Barzanî serxweşî li xizmên qurbaniyên lehiyê Dihokê jî kir û ragihand ku ew dê hewl bidin ji bo qerebûkirina ziyanditiyên lehiya Zaxo û Duhokê.

Di merasîma Newroza Akrê de zêdetir ji 40 dîplomat, nûner û konsulên welatan amade bûn bûn.

Mesrûr Barzanî got, “Em dixwazin Akrê li Herêma Kurdistanê û cihanê bibe navenda pîrozkirina Newrozê lewre li ti devereke cihanê Newroz wisa nayê pîrozkirin.”

Vî nûçeyê tevayî: 177 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:08:24
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x