Mesrûr Barzanî: Êzidî parçeyekî girîng ê gelê Kurdistanê ne

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got, “Xwişk û birayên me yên Êzidî parçeyekî girîng û veneqetiyayî yê gelê Kurdistanê ne.”

02.07.2024, Sal - 15:35

Mesrûr Barzanî: Êzidî parçeyekî girîng ê gelê Kurdistanê ne
Nuçe Belav bike

Li Hewlêrê li Hola Sed Ebdula ji bo “Rizgarbûyên ji Destê Teroristên DAIŞê” bernameyeke aborî ya piştgiriyê hat ragihandin.

“Êşên wan berdewam dikin”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li merasîmê axivî û bal kişand êş û azarên Kurdên Êzidî û got:

“Di ser komkujiyê re 10 sal derbas bûn lê mixabin êş û azar û derdeseriyên xwişk û birayên me yên Êzidî hîn jî berdewam dikin.

Heta niha jî rewşa devera Şingalê asayî nebûye.

Her wisa ji ber komên çekdar ên neqanûnî, xwişk û birayên me yên Êzidî li kampan mane û wan nekariye vegerin cihên xwe.”

“Parçeyekî girîng û veneqetiyayî yê gelê Kurdistanê ne”

Mesrûr Barzanî diyar kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo sivikkirina êş û azarên Kurdên Êzidî û rizgarkirina wan gelekî hewl da ye û li pey çû:

“Xwişk û birayên me yên Êzidî parçeyekî girîng û veneqetiyayî yê gelê Kurdistanê ne û merasîmên wan ên dînî jî bi zimanê zelal ê Kurdî ne.

Tevî hemû plan û bizavên nehezan ên ji bo veqetandina wan ji xelkê Kurdistanê jî ew her ji kevn de pêkhateyeke resen a gelê Kurdistanê ne.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 100 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:52:25
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x