Mesrûr Barzanî: Hikûmet hertim hevkar û alîkara rojnamevan û ragihandkarên Kurdistanê dibe

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo rojnamevan û xebatkarên medyaya Kurdistanê tekez dike û bi pêwîst jî dizane ku “Medyakarên Kurdistanê her tim li bereya niştiman bin.”

22.04.2024, Pts - 09:22

Mesrûr Barzanî: Hikûmet hertim hevkar û alîkara rojnamevan û ragihandkarên Kurdistanê dibe
Nuçe Belav bike

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 22ê Nîsan di boneya Roja Rojnamegeriya Kurdî de peyamek belav kir û tê de ragihand, “Di salvegera Roja Rojnamegeriya Kurdî û derxistina yekemîn hejmara rojnameya (Kurdistan) ji aliyê Mîr Miqdad Midhet Bedirxan ve û salvegera damezrandina Yekîtiya Rojnamevanên Kurdistanê de, pîrozbahiyê li hemû rojnamevanên Kurdistanê dikim û hêviya serkeftinê ji wan re dixwazim.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Cihê kêfxweşî û şanaziyê ye ku rojnamevanên Herêma Kurdistanê bi saya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi awayekî azad û bê ti sansûrekê karên xwe yên pîşeyî dikin û bi tevahî azad in di rexnegirtin, behskirina kêmasiyan, kêm û kurtiyan û xemseriya hikûmetê de. Hikûmet jî dê wek hertim hevkar û alîkariya rojnamevan û ragihandkarên Kurdistanê bike, da ku em Kurdistanê di hemû waran de ber bi qonaxeke pêşketîtir ve bibin.”

Amaje bi wê jî kir, “Hêvîdar im ragihandkarên Kurdistanê armanca wan a sereke, gihandina rastiyê, pêşxistina Kurdistanê, xizmetkirina gel, berevanîkirina li mafên gelê Kurdistanê û parastin û geşepêdana qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê be.”

Serekwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li ser wê yekê kir, “Pêwîst e medyakarên Kurdistanê her tim li bereya niştiman bin û rê nedin bi navê rojnamegeriyê, sivikayetî li nirxên niştiman û berjewendiyên bilind ên gelê Kurdistanê bê kirin û nabe zimanê tund û diyardeya neşîrîn ya îftirayê bê bikaranîn.”

Herwiha got jî: “Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz be û di vê bîranînê de, ez hemû piştevaniya xwe û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo karê rasteqîne ya rojnamevaniyê û azadiya derbirînê li Herêma Kurdistanê tekez dikim.”

Vî nûçeyê tevayî: 97 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:04:47
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x