Mesrûr Barzanî: Ji bo dabînkirina mafên darayî yên karmendan em xemsar nabin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya sebirkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û got ku hikûmet ji bo dabînkirina mafên darayî yên mûçeyên karmendan û berdewamiya rêkeftina vê dawiyê ya di vî warî de dudil nebe.

06.02.2025, Per - 08:31

Mesrûr Barzanî: Ji bo dabînkirina mafên darayî yên karmendan em xemsar nabin
Nuçe Belav bike

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê duh bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civiya.

Di destpêka civînê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi navê Encûmena Wezîran spasiya şanda danûstanker a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, tevahiya tîma teknîkî ya Wezareta Darayî û Aborî û Serokê Fermangeha Teknolojiya Zanyarî û tîma pê re kir, ji bo bizavên wan ji bo gihîştina wan bi rêkeftineke berfireh li ser mûçe û mafên darayî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya tevahiya sala 2025ê, ji bo bidawîkirina xem û nîgeraniyên karmendên Kurdistanê.

Di heman demê de Serokwezîr spasiya sebirkirina karmendan kir û dilniya da ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo dabînkirina mafên darayî yên karmendan û berdewambûna rêkeftina vê dawiyê ya di vî warî de, xemsar nebe.

Mesrûr Barzanî pêşwaziyê li sererastkirina yasaya bûdceyê dike û wê wek gaveke girîng ji bo destpêkirina hinartdekirina petrola Herêma Kurdistanê dibîne, ku ji ber rawestandina wê ziyaneke mezin gihîştiye bûdceya giştî.

Serokwezîr her wiha Wezareta Samanên Sirûştî raspard ku berdewam bin ligel Wezareta Petrola Iraqê, SOMO û kompaniyên berhemhênerên petrolê li Herêmê, ta ku SOMO di zûtirîn dem de dest bi hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bike û dahata wê jî vegere xezîneya federal.

 

 

Vî nûçeyê tevayî: 448 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:38:09
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x