Mesrûr Barzanî li Zaxoyê projeya geştyarî ya Kornîşa Dalal vedike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li bajarê Zaxoyê Kornîşa Dalal vedike.

14.08.2023, Pts - 10:27

Mesrûr Barzanî li Zaxoyê projeya geştyarî ya Kornîşa Dalal vedike
Nuçe Belav bike

Ofîsa Serokê Hikûmetê ragihand, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 14ê Tebaxa 2023an li Zaxoyê projeya geştyarî ya Kornîşa Dalal vedike.

Projeya geştiyariyê ya Kornîşa Dalal, yek ji mezintirîn projeyên geştiyariyê li Herêma Kurdistanê û Iraqê ye, ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve bi 15 milyar dînar hatiye dirustkirin.

Projeya Kornîşa Dalal li ser rûberek 75 hezar metre çagoşe hatiye çêkirin, ji sedî 70 ê projeyê qadên kesk e û derfeta kar ji bo zêdetirî 2 hezar kesî peyda bike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 580 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:36:34
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x