Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kudistanê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya alîkarî û piştevaniya Yekîtiya Ewropayê ji bo Herêma Kurdistanê kir û pêzanînên xwe jî ji bo rola Berpirsê Ofîsa Yekîtiya Ewropayê di pêşxistina peywendiyên dualî de nîşan da.
Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Yekîtiya Ewropayê tekezî li ser berdewamiya kar û çalakiyên wan û berdewamiya hevkarî û hevahengiya ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.
Di civînê de, behsa amadekariyên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê jî hat kirin, di vê derbarê de amaje bi giringiya beşdariya çavdêrên navdewletî û Yekîtiya Ewropayê bi taybetî hate kirin, ji bo birêvebirina proseya hilbijartinan bi awayekî dadmend û dûrî binpêkirin û sextekariyê.