Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de diyar kir: “Sersaxiyê li malbata şahane ya Brîtanya û welatên berjewendiya hevbeş dikim.”
Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Şahjin Elizabetha Duyem kesayeteke bihêz bû bo heftê sal xizmet kir.”
Di beşeke din a peyama xwe de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê diyar kir: “Em ligel hemû cîhanê ji bo koça dawî ya Şahjin Elizabetha Duyem di şînê de ne.”
Şahjin Elizabetha Duyem îro pêncşemê 8ê Îlona 2022yan di temenê xwe yê 96 salî de koça dawî kir.
Koşka Buckingham ragihand, Şahjin Elizabetha Duyem di 96 saliya xwe de, piştî 70 salan mayîna wek şahjin koça dawî kir.
Piştî koça dawî ya Şahjina Brîtanyayê Elizabetha Duyem, kurê wê yê 73 salî Mîr Charles yekser bû Şah.