Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyama xwe li hejmara xwe ya tora civakî belav kir û tê de nivîsî: “Ez sersaxiyê ji gel û hikûmeta Koreya Başûr re dixwazim, ji ber bûyera dilhejîn a ketina firokeya Jeju. Di vê dema dijwar de ez sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re dixwazim.”
Roja 29ê Berçile firokeyeke Koreya Başûr ku 181 rêwî tê de bûn, li firokxaneya bajarê Muanê ketibû xwarê.
Berpirsê Tîma Agirkujê yê herêmî yê Koreya Başûr Lee Hyun-ji got ji 181 rêwiyan, 179 kesan canê xwe jidest dan û tenê 2 kes ji bûyerê sax man.