Mîranî: Ji bo lihevkirina PDK û YNKê heviyek mezin heye

Li gorî daxuyaniya Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî hevîyek mezin heye ku PDK û Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) li hev bikin.

02.02.2017, Per - 09:09

Mîranî: Ji bo lihevkirina PDK û YNKê heviyek mezin heye
Nuçe Belav bike

Fazil Mîranî jî di merasîma bîranîna şehîdên teqînên 1ê Sibatê de got: "Hêviyek mezin heye ku PDK û YNK li hev bikin. Em li benda birayên YNKê ne. Tu sarbûnek di navbera me de nîne. Her weke duhî ku Mele Bextiyar jî amaje pê kir û got, ‘ne sarbûnek wisa heye ku ligel PDKê necivin û ne jî arîşeyeke wisa heye ku bi Goranê re kom nebin.'

Sekreterê PDKê Mîranî di berdewamiya daxuyaniya xwe de ragihand ku ew bi encama gotûbêjên navbera PDKê û YNKê geşbîn in.

Herwiha endamê Polîtburoya YNKê Mele Bextiyar duhî di merasîma salvegera Şehîd Aram de li Qeredaxê ji rojnamevanan re gotibû: "Em ne bi wî awayî ligel PDKê sar in ku li ser wê nexşerêya ku me ji xwe re daniye bi PDKê re berdewamî bi gotûbêjan nedin û ne jî me ligel Goranê arîşeyeke wisa mezin heye ku li ser civînan berdewam nebîn."

Bextiyar di dirêjiya axaftina xwe de gotibû: "Duhî em ligel wê şandê civiyan ku serdana PDKê kiribû û me civîna herdu şandên PDKê û YNKê gotûbêj kir. Me bername jî danî ku bi zûtirîn dem şandeya me ligel Goranê gotûbêjan bike. Hevalên Goranê daxwaza civîna serkirdatiya hevbeş li YNKê dikin, me jî tu nerazîbûn nîne."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 898 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:45:05
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x