Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî duh di merasîmên roja alaya Kurdistanê de li Serokatiya Herêma Kurdistanê got, “Roja alayê li cem Kurdistaniyan helkeftineke bilind û pîroz e. Em di wê rojê de rêzê li semboleke xwe ya zindî digirin, ku nasname û şkoya welatê me dihewîne û tevî cudahiyan me hemiyan bi hev re kom dike û pêxemetî armanceke pîroz me dike yek.”
Serokê Herêma Kurdistanê herwesa got, “Ev ala, ku bi rengên xwe yên geş û xweşik û roja xwe ya zêrîn peyama xebat û hêviyên gelê Kurdistanê bi hemî pêkhateyên wê ve hildigire, welat û rûmet û bihevrebûn û hevçarenivîs û tevaya Kurdistaniyan îfade dike.”