Serokatiya Herêma Kurdistanê peyama Nêçîrvan Barzanî ya pîrozbahiyê ya Cejna Qewiltasê belav kir.
Serokê Herêma Kurdistanê di peyamê de hêvî dike ku ev cejn her sal “bi xêr û xweşî” were pîrozkirin.
Cejna Qewiltasê yek ji cejnên Kakeyiyan (Yarsan) e ku piştî 3 rojan girtina rojiyê, şeva sêyem dibe cejn û 5 rojên berdewam dike.
Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe Cejna Qewiltasê de got:
“Em xwişk û birayên Kakeyî piştrast dikin ku wekî her tim em dê parazvanê mafên wan bin.”
Di beşeke din a peyamê de tekezî li ser wê yekê hat kirin ku “Herêma Kurdistanê dê ji bo hemû pêkhateyên xwe, wekî welatê bihevrejiyan û tolerans û qebûlkirina hev bimîne.”
Kakeyî (Yarsanî) di navbera 14 û 17ê Kanûna Paşîn de 3 rojan rojiyê digirin.