Nêçîrvan Barzanî: Em Remezanê bikine derfeteke nû ji bo yekrêzî û xebata hevpar

Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe ya hatina meha Remezanê de got, “Werin em nirx, ders û wateyên mirovî yên vê meha pîroz bikine derfeteke nû ji bo tolerans, lihevhatin û hewla bihevrebûnê, yekîtî, yekrêzî û xebata hevpar.”

23.03.2023, Per - 05:38

Nêçîrvan Barzanî: Em Remezanê bikine derfeteke nû ji bo yekrêzî û xebata hevpar
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hatina meha Remezanê li Misilmanên Herêma Kurdistanê, Iraq û cîhanê pîroz kir û ragihand, “Ez ji Xwedayê mezin dixwazim meha Remezanê xêr, xweşî, aramî û rehetiyê bi xwe re bîne û rojî û îbadetên her kesî qebûl bike.”

Nêçîrvan Barzanî dibêje, “Werin em nirx, ders û wateyên mirovî yên vê meha pîroz bikine derfeteke nû ji bo tolerans, lihevhatin û hewla bihevrebûnê, yekîtî, yekrêzî û xebata hevpar. Ji bo ku em hemû bi hev re ji pirsgirêk û nakokiyan derbas bibin, baştir xizmeta Kurdistanê bikin û berjewendiyên bilind ên gel û welatê xwe biparêzin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 180 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:33:52
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x