Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî duh di çarçoveya panelekê di dîdara Merî de got: “Hilbijartin ji bo Herêma Kurdistanê mijareke girîng bû, ji ber ku jêdera desthilatê li Herêmê rewa kir.”
Got jî: “Serkeftiyê mezin di vê hilbijartinê de gelê Herêma Kurdistanê bû. Proseya demokrasî li Kurdistanê bi başî û li ser rêya rast bipêş dikeve. Di vê pêvajoyê de gelê Kurdistanê îspat kir ku her tişt ji bo wî bê kirin heq dike.”
Serokê Herêma Kurdistanê got: “Cihê xwe ye ku pîrozbahiyê li tevahiya gelê Kurdistanê bikim, ji ber beşdarbûna di vê hilbijartinê de û bi hemû pîvanan ev hilbijartin gelek serkeftî bû.”
Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê jî kir, hêzên siyasî yên Herêma Kurdistanê li ber taqîkirineke mezin in, divê di asta baweriya welatiyan de bin.
Da zanîn jî: “Niha em di qonaxa piştî hilbijartinan de ne û divê em bi hev re kar bikin. Opozîsyon jî dikare rola xwe di parlamentoyê de bilîze. Hebûna opozîsyonê di her sîstemeke siyasî de jî dikare alîkar be ji bo şopandina karên hikûmetê.”
Tekez kir jî: “Divê em ji atmosfera hilbijartinan derkevin û di zûtirîn dem de hikûmetê ava bikin. Dem hatiye ku aliyên siyasî bi dilekî fireh bi hev re rûnin.”
Nêçîrvan Barzanî got: “Li Herêma Kurdistanê ti hêzek xwedî hejmara kursiyan nîne ku bi tenê hikûmetê pêk bîne. Ya girîng ew e ku hemû hêzên siyasî bi hev re hevpeymaniyê ava bikin û di demek herî zû de hikûmetê ava bikin.”
Herwiha got: “Gelê Kurdistanê li bendê ye ku di demek herî nêzîk de hikûmet bê avakirin û ev yek ji bo me û ji bo pêgeha Herêma Kurdistanê li Iraqê giring e.”
Serokê Herêma Kurdistanê tekezî li ser wê yekê kir: “Em ti carî nabin du rêveberî. Serdema van gotinan nemaye, Herêma Kurdistanê xwedî çarçoveyeke destûrî ye.”
Wî amaje bi wê yekê jî kir, niha dem hatiye ku em modeleke guncaw ji bo çareserkirina kêşeyên me ligel Bexdayê bibînin. Hilbijartinan derfeteke nû ji bo çareserkirina pirsgirêkên li gel Bexdayê peyda kiriye.
Serokê Herêma Kurdistanê got jî: “Reftarên Bexdayê li hember Herêma Kurdistanê ne reftareke federalî ye, belkû reftareke pir bi navendî serderî bi Herêma Kurdistanê re kiriye.”