Dilşad Şehab ragihand ku hefteya bê Nêçîrvan Barzanî dê serdana Bexdayê bike û beşdarî civîna Hevpeymaniya Çarçoveya Hevahengiyê ya aliyên pêkhênerên hikûmeta Îraqê bibe.
Dilşad Şehab got, "Biryar e Serok Nêçîrvan bi aliyên siyasî re jî cuda cuda bicive."
Endamê Mekteba Siyasî ya Rêxistina Bedr Ebû Mîsaq Mesarî ji Rûdawê re diyar kir ku biryar e destpêka hefteya bê Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê bi amadebûna Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî bicive."
Ebû Mîsaq Mesarî got, "Her çend hin ji serkirdayan daxwaz kirine ku civîn ji roja şemiyê bê pêşxistin lê biryar e roja yekşema bê civîn bê kirin.
Nêçîrvan Barzanî, Nîsana 2024an de du caran serdana Bexdayê kiribû, ya yekem 5ê mehê û ya duyem jî rojên 27 û 28ê heman mehê bû.
Nêçîrvan Barzanî di wan serdanên xwe de bi berpirsên bilind ên dewletê û serokên partiyan û kesayetiyên siyasî yên navdar re civiya.
Gelek dosyeyên têkildarî Herêma Kurdistanê û Îraqê û herêmê hatin gotûbêjkirin, di demekê de ku serkirdeyên navdar ên Îraqê tekezî li ser girîngiya serdanê kirin û ragihandin ku vekirinek e ji bo çareserkirina pirsgirêkên helawîstî yên di navbera Bexda û Hewlêrê de.
Civîna yekem a Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re bû.
Piştî wê Nêçîrvan Barzanî bi Serokê Partiya Teqedumê Mihemed Helbûsî re civiya, piştre Serokomarê Îraqê Ebduletîf Reşîd re civiya.
Serokê Herêma Kurdistanê bi Serokê Tevgera Hîkmeta Niştimanî Emmar Hekîm, serokwezîrê berê Adil Ebdulmehdî, Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasayê Nûrî Malikî, Serokê Rêxistina Bedrê Hadî Amirî, Serokê Encumena Bilind a Dadweriyê ya Îraqê Faiq Zêdan, Şêwirmendê Ewlehiya Niştimanî ya Îraqê Qasim Erecî, Serokê Hevpeymaniya Ezmê Musenna Samerayî, Alîkarê Serokê Parlamentoya Îraqê Muhsîn Mendelawî, Serokê Partiya Siyadeyê Xemîs Xencer re civiya.
Her wiha Nêçîrvan Barzanî bi serkirdeyên Îraqî yên wekî Serokê Hevpeymaniya Hesmê Niştimanî Sabit Ebasî, serokwezîrê berê yê Îraqê û Serokê Hevpeymaniya Nesrê Heyder Ebadî, Sekreterê Giştî yê Hevpeymaniya Nehca Niştimanî ya Îraqê Ebdulsade Ferîcî re jî civiyabû.