Nêçîrvan Barzanî: Heta Kurd û Kurdistan bê înkarkirin Îraq aram nabe

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got, “Eger em yek helwest û yekgirtî bûna rewş nedigihişt îro.”

21.03.2024, Per - 09:42

Nêçîrvan Barzanî: Heta Kurd û Kurdistan bê înkarkirin Îraq aram nabe
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo Newrozê peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de Newroza gelê Kurd û pêkhateyên Herêma Kurdistanê pîroz kir û wiha got:

Cejna Newrozê ku cejna neteweyî û sersala nû ya Kurdî ye li malbatên serbilind ên şehîdan, li her Kurdekî û li hemû pêkhateyên gelê Kurdistanê li her dera lê bin bi germî pîroz dikim.

Ez ji her kesî re saleke nû ya xweş, saxlem, aram û serkeftî dixwazim.

“Eger em yekhelwest û yekgirtî bûna rewş nedigihişt îro”

Îro dema ku em di rewşeke hestiyar de derbas dibin, ez bangî aliyên siyasî yên Kurdistanê dikim ku bi rihê berpirsiyariya niştimanî û li hevtêgihiştinê nakokiyên xwe çareser bikin da ku em bi hev re bikarin rûbirûyê gef û metirsî û aloziyan bibin, statuya siyasî, mafên mirovan û destkeftiyên xwe yên destûrî biparêzin.

Em hemû di heman gemiyê de ne û eger em yekhelwest û yekgirtî bûna rewş nedigihişt îro.

“Bi înkarkirin û binpêkirina mafên Kurdan Îraq xweş û aram nabe”

Gelê Kurdistanê ti carî dest ji azadî û mafên xwe bernade.

Dîrokê îspat kiriye ku hindî înkarkirina Kurd û Kurdistanê bê kirin û mafên wan bêne binpêkirin, Îraq xweş û aram nabe.

Bila em hemû li Îraqê ji xeletiyên xwe yên ber fêr bibin. Cîbicîkirina destûr, federalî û rêkeftinên siyasî, destwerdana di şayesteyan de û hewldana ji bo biçûkirina Herêma Kurdistanê û binpêkirina mafên wan yên destûrî, ji bilî ziyanê ti sûdek nade Îraqê.

Di vê cejna pîroz da em tekezî li ser bawerî û siyaseta xwe ya neguherî dikin ku Herêma Kurdistanê wekî her car dê bibe faktora aştî û aramiyê li navçeyê.

Têkiliyên baş, dostanî û cîrantiya baş li ser esasê rêzgirtin û berjewendiyên hevpar daxwaza me ye.
Bi vê minasibetê em pîrozbahiyê li wan gelan jî dikin yên ku Newrozê pîroz dikin.

Spasiya têgihiştin, ruhê berpirsyarî û berxwedana karmend û xelkê Kurdistanê dikim.

Em ji nêz ve rewşa jiyana wan dizanin. Çareserkirina vê rewşê li hemû saziyên Herêma Kurdistanê karê me yê pêşîn e.

Ez wan piştrast dikim ku ev zehmetî dê derbas bibin û bibin tiştek berê. Bi hêvî em ber bi jiyan û paşerojeke baştir ve dimeşin û Kurdistan her tim dê welatê bihevrejiyan, tolerans û pirdengiyê bimîne.

Newroz û sersala nû li we pîroz be. Her sal bi xêr û xweşî be.”

 

ne
Vî nûçeyê tevayî: 140 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:52:13
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x