Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyama xwe li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” belav kir û hêviya serkeftinê di erkê wî yê nû de ji serokê nû yê Îmaratê û berdewamiya serkeftin û xweşguzariyê ji gelê Îmaratê re xwast.
Derbarê pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Îmarata Erebî de, Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi wê kir, ew çaverê ne hevkariyên zêdetir û karên hevbeş di navbera wan de bêne encamdan