Nêçîrvan Barzanî: Şehîdên 1ê Sibatê bûne sembola xwîna bihevrerijiyayî ya Kurdistaniyan

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got, “Şehîdên 1ê Sibatê bûne sembola xwîna bihevrerijiyayî ya Kurdistaniyan.”

01.02.2025, Cts - 14:09

Nêçîrvan Barzanî: Şehîdên 1ê Sibatê bûne sembola xwîna bihevrerijiyayî ya Kurdistaniyan
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di 21emîn salvegera şehîdên 1ê Sibatê de peyamek belav kir.

Serokê Herêma Kurdistanê got, "Dilsoziya herî baş ji bo giyanê şehîdan û rêya herî rast ji bo berxwedana li dijî terorîstan tenê yekrêzî û yekîtî ye.

Em tenê bi vî awayî dikarin destkeftî û mafên xwe biparêzin û bigihîjin armancên xwe.

Pêwîst e em her sal vê bibîranînê û bûyera vê tawana terorîstî bikin derfetekê ji bo xwenirxandinê û xurtkirina biratî, pêkvejiyan û hevçarenivîsiya xwe.

Şehîdên 1ê Sibatê bûne sembola xwîna hevbeş a Kurdistaniyan ku bi destê terorîstan hatiye rijandin ku bêyî ti cudahiyê, giyanê wê koma serok û têkoşerên gelê me û welatiyên sivîl ên Kurdistanê kirine armanc."

1ê Sibata 2004an ku du terorîstan merasîmên cejnê yên li Şaxa 2yê ya PDKyê û Malbenda 3yê ya YNKyê yên li bajarê Hewlêrê kirin armanc û xwe di nava xelkê de teqandin.

Di her du teqînan de 103 kes şehîd ketin û 246 kes jî birîndar bûn.

 

Vî nûçeyê tevayî: 78 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:02:40
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x