Nêçîrvan Barzanî: Şehram Nazirî şanaziya hemû Kurdan e

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê pêşwazî li hunermendê Kurd ê navdar Şehram Nazirî kir

18.05.2022, Çar - 10:49

Nêçîrvan Barzanî: Şehram Nazirî şanaziya hemû Kurdan e
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê pêşwazî li hunermendê Kurd ê navdar Şehram Nazirî kir. Serok Nêçîrvan Barzanî ragihand, pêgeh û nav û dengê mamoste Şehram Nazirî li ser asta navçeyê û cîhanê û ew xelatên navdewletî ku bidestxistine, ji bo hemû kurdan şanazî ye.

Hunermendê Kurd ê navdar ê ji bajarê Kirmaşanê yê Rojhilatê Kurdistanê ku di asta cîhanê de jî nav û dengê wî heye, ew çend roj in serdana Herêma Kurdistanê kiriye û pêr Duşembê 16ê Gulanê di merasimekê de li hola Pêşewa Qazî Mihemed a Hewlêrê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hat xelatkirin.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, îro Çarşembê 18ê Gulana 2022an li Hewlêrê hunermend Şehram Nazirî ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hatiye pêşwazîkirin.

Di civînê de Wezîrê Rewşenbîrî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Alîkarê Wezaretê amade bûn.

Di daxuyaniyê de tê gotin, “Nêçîrvan Barzanî kêfxweşiya xwe bi hevdîtina ligel hunermend Şehram Nazirî nîşan daye û pesnê xizmet, kar û berhemên wî daye û ragihandiye, pêgeh û nav û dengê mamoste Nazirî li ser asta navçeyê û cîhanê û ew xelatên navdewletî yên bidestxistine, ji bo hemû kurdekî û xelkê Kurdistanê cihê şanaziyê ye.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî herwiha piştgiriya xwe bo hunermend Şehram Nazirî anî ziman û jê re hêviya temenekî dirêj, tendirustiyekî baş û serkeftina berdewam xwest.

Li gor daxuyaniyê, di hevdîtinê de Şehram Nazirî spas û pêzanînên xwe bo Nêçîrvan Barzanî nîşan daye û ji ber rêzgirtin û xelatkirina xwe li Herêma Kurdistanê spasiyên xwe pêşkêş kirine û tekez kiriye, “rêzgirtin û xelatkirina wî li Kurdistanê ji hemû rêzgirtin û xelatên navdewletî yên ku li ser asta cîhanê pêşkêşî wî hatine kirin, watedartir û biqîmettir e.”

Hunermendê Kurd ê ji Kirmaşanê ji ber serdana bo Herêma Kurdistanê û hevdîtina ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî kêfxweşiya xwe nîşan da.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 379 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:58:40
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x