Nêçîrvan Barzanî: Şoreşa mezin a Îlonê dayika şoreşên Kurdistanê ye

Nêçîrvan Barzanî di boneya salvegera 62yemîn a Şoreşa Îlonê peyamek belav kir.

11.09.2023, Pts - 08:41

Nêçîrvan Barzanî: Şoreşa mezin a Îlonê dayika şoreşên Kurdistanê ye
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di boneya salvegera 62yemîn a Şoreşa Îlonê peyamek belav kir.

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî waha ye:

Bi helkefta 62 saliya Şoreşa mezin ya Îlonê, silav bo giyanê pakê rêberê şoreşê, Barzanî yê nemir û hemû têkoşer û pêşmergeyên qehreman ku, canê xwe ji bo azadiya gel û welatê xwe dane û di rêya asê û dijwar a şoreşê da êş û azar dîtine û dibînîn. Em wan bi rêz û hurmet bi bîr tînin.

Şoreşa nezin ya Îlonê dayika şoreşên Kurdistanê ye ku, bibû hilgira nirxên bilind yên gelê bindest û tîniya azadî û serfiraziyê. Ew bibû lihevcivandin û nasnameya neteweyî, niştimanî û çandî ya hemû pêkhateyên gelê Kurdistanê. Hêviyeke mezin, hişyarî û hişmendiya netewî û niştimanî zindî kir. Doz û daxwaza mafên rewa yên gelêkî ku, bi yekrêzî û yekdengiya xwe ji bona ku bigihe serkeftin û armancên xwe yên bilind amade bû her qurbaniyekê bide û rewatî û dengê xwe bi hemû cîhanê bigihîne.

Gelê Kurdistanê di Şoreşa mezin a Îlonê da bi bawerî, berxwedan, canfedayî, xwîn û fedakariya xwe yek ji xwînrêjtirîn rejîmên herêmê têk bir û neçar kir ku mafên gelê Kurdistanê nas bike. Tevî komployên neyaran li dijî şoreşê û şikestinê jî, ti carî meşxeleya şoreşê nehat vemirandin û destkeftên şoreşê bûn bingeha hemû destkeftên paştir û mafên destûrî yên gelê Kurdistanê.

Çawa ku yekîtî û yekrêzî hêz û bingeha Şoreşa Îlonê bû, bi vê minasebetê da jî em tekeziyê li ser yekîtî, yekrêzî, hevpejirandin û hevkariya navbera hemû hêz, partî û pêkhateyên gelê Kurdistanê da dikin. Ev rêya tekaneye ji bona derbaskirina pirsgirêk, metirsî, aloziyan û ji bona parastina federalî û maf û destkeftên destûrî yên Herêma Kurdistanê û dabînkirina niha û paşerojeke baştir ji bo gelê Kurdistanê.

Silav li ser giyanê pakê şehîdên şoreşê û hemû şehîdên rêya azadiyê.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
11.09.2023

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 403 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:34:07
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x