Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Fransayê behsa pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê kir

Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Fransayê yê Îraqê Eric Chevalier, doh li Hewlêrê hevdîtinek kir.

18.09.2023, Pts - 07:41

Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Fransayê behsa pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê kir
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Fransayê yê Îraqê Eric Chevalier, doh li Hewlêrê hevdîtinek kir.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de “pêwendiyên Hewlêr-Bexdayê û çarserkirina pirsgirêkên di navbera wan de” hatin guftûgokirin.

“Divê pirsgirêk li gorî destûra bingehîn werin çareserkirin”

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku her du aliyan mijara budceyê aniye rojevê û wan diyar kiriye ku divê pirsgirêk li gorî destûra bingehîn û bi awayekî mayînde werin çareserkirin.

Nêçîrvan Barzanî û Eric Chevalier herwiha amaje pê kir ku divê çareseriya pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê di berjewendiya her du aliyan de be.

Di hevdîtina Serokê Herêma Kurdistanê û Balyozê Fransayê yê Îraqê de, mijarên wekî “pêşvebirina pêwendiyên Îraqê û Herêma Kurdistanê yên bi Fransayê re û berfirehkirina hevkariyan” jî hatin guftûgokirin.

Li aliyê din, di hevdîtinê de rola Fransayê ya li Îraqê hat nirxandin û behsa rûdanên girîng ên li herêmê hat kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 789 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:47:00
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x