Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Rûsyayê: Em hêvîdar in kampanya hilbijartinan aram û serkeftî derbas bibe

01.10.2024, Sal - 13:44

Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Rûsyayê: Em hêvîdar in kampanya hilbijartinan aram û serkeftî derbas bibe
Nuçe Belav bike

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, “Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Balyozê Rûsyayê yê li Iraqê Elbrus Kutrashev civiya û di civînê de, guftûgo li ser pêwendiyên Rûsya ligel Iraq û Herêma Kurdistanê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hatin kirin.”

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Her du aliyan hêviya xwe ya ji bo kampanyayeke hilbijartinê ya aştiyane û serkeftî xwast. Her wiha pêşbînî û nêrînên xwe li ser encamên hilbijartinan û proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê anîn ziman.”

Pêşhatên dawî yên şerê Ukraynayê, rewşa Rojhilata Navîn û eger û encamên wê, aliyekî din ê civînê bû ku Konsulê Giştî yê Rûsyayê li Herêma Kurdistanê jî tê de amade bû.

Vî nûçeyê tevayî: 124 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:16:50
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x