Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê civiyan
Serokê Herêma Kurdistanê ragihand ku wan civîneke baş bi Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê re pêk aniye.

Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê (MSC) doh dest pê kir û Serokê Herêma Kurdistanê jî yek ji beşdaran e.
Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya konferansê de bi Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê David Lammy re rûnişt.
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê civînê li ser Xê got:
“Me behsa xurtkirina pêwendiyên Îraq, Herêma Kurdistanê yên bi Brîtanyayê re û hewlên hevbeş ên ji bo rûbirûbûna astengiyan kir.
Min ji bo piştgiriyên berdewam spasiya Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê kir.”
Serokatiya Herêma Kurdistanê jî anî ziman:
“Di civînê de pêwendiyên Brîtanyayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re hatin nîqaşkirin.
Her wiha behsa xurtkirina hevkariyê ya di warên siyasî, ewlehî û aborî de hat kirin.”
Di civîna dualî de “Serok Nêçîrvan Barzanî bi taybetî di warê têkoşîna li dijî terorê û bipêşvebirina dezgehên ewlehiyê de spasiya xwe ji bo piştgiriya berdewam a Brîtanyayê ya ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê anî ziman.
Her wiha tekezî li ser girîngiya berdewamiya vê piştgiriyê ji bo misogerkirina aramiyê li herêmê kir.”
Wezîr David Lammy jî “pêbendiya Brîtanyayê ya ji bo xurtkirina pêwendiyan bi Îraq û Herêma Kurdistanê re dupat kir û ragihand ku Brîtanya dê di piştgiriya Herêma Kurdistanê de berdewam be.
Her wiha amaje bi girîngiya hevahengiya di mijarên herêmî û rûbirûbûna astengiyên ewlehî û aborî de kir.”
Hilbijartinên parlamentoyê û hewlên pêkanîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê, rewşa Sûriyeyê û pêşhatên dawiyê yên herêmê, mijarên din ên civînê bûn.