“Nûnerên Amerîka”: Ragirtina hinardekirina petrola Kurdistanê di berjewendiya Îranê de ye

Encûmena Nûneran a Amerîka radigihîne, ragirtina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê di berjewendiya Îranê de ye.

27.04.2023, Per - 12:56

“Nûnerên Amerîka”: Ragirtina hinardekirina petrola Kurdistanê di berjewendiya Îranê de ye
Nuçe Belav bike

Serokê Komîteya Karûbarên Derve ya Encûmena Nûneran Michael McCall di tweetekê de nivîsî, “Ew gelekî nîgeran in ku heta niha Bexdayê hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê dest pê nekiriye ragirtina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê di berjewendiya Îranê de ye.”

Amaje bi wê kir jî, divê rêveberiya Biden fişarê li hikûmeta Îraqî bike ji bo gefên li ser ewlekarî û aramiya enerjî li navçeyê çareser bike.

Roja 25.3.2023, hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyê hat rawestandin, ev jî piştî wê tê ku Dadgeha Navdewletî ya Navbênkariyê li Parîsê dosya di navbera Tirkiye û Iraqê de yekalî kir.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî jî berî çend rojan di hevdîtina hejmarek rojnamevanan de got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê di demeke nêzîk de dest bi hinardekirina petrolê bike. Piştî rêkeftina Herêma Kurdistanê û Bexdayê, hin tedbîrên ji bo destpêkirina hinardekirina petrolê hene ku piraniya wan temam bûne.”

Roja 4/4/2023 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî rêkeftinek di navbera Hewlêr û Bexdayê de derbarê hinardekirina petrolê û dahata petrolê îmze kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 285 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:05:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x