Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw got: “Em vê pêngava rayedarên bajarê Nashville, pêşkêşî giyanê şehîdên ku di rojên derbasbûyî de li Kerkûkê ji bo ala Kurdistanê şehîd bûne, dikin.”
Xoşnaw got: “Giringîdana vî welatî û rêzgirtina wan li ezmûna Herêma Kurdistanê di demekê de ye ku em li bajarekî Kurdistanî û li welatê xwe li ser vê alê şehîd dibin, ev peyamek e ku şiroveyeke kûr bi xwe re tîne.”
Roja 5ê Îlona 2023an parêzgarê Hewlêrê ligel şandekê gihîşt bajarê Nashville yê Amerîkayê.
Li gor daxuyaniya parêzgariya Hewlêrê, armanca serdanê, pêşxistina pêwendiyan û îmzakirina peymana destxwişkiyê di navbera Hewlêr û Nashville de û pêkanîna çendîn hevdîtan ligel berpirsên payebilind ên wî welatî ye.”