Otomobîleke YBŞê li Şingalê hat bombebarankirin

Îro otomobîlek li nêzîkî bajarokê Xanesorê li sînorê qezaya Şingalê hat armanckirin û li gor zanyariyên destpêkê, di êrîşê de du şervanên Yekîneyên Berxwedana Şingalê YBŞ jiyana xwe ji dest dane.

27.02.2023, Pts - 11:50

Otomobîleke YBŞê li Şingalê hat bombebarankirin
Nuçe Belav bike

Li gor agahiyan, êrîş li gundê Behravan ê di navbera Xanesor û Sinûnê de li qezaya Şingalê çêbûye û otomobîleke YBŞê hatiye armanckirin.

Berpirsekî pilebilind ê emnî yê Şingalê ji Rûdawê re ragihand, êrîş ji aliyê Tirkiyê û bi dronê hatiye kirin û di êrîşê de du şervanên YBŞê canên xwe ji dest dane.

Li gor agahiyên ku nûçegihanê Rûdawê ji wî berpirsê pilebilind ê ewlehiyê yê Şingalê wergirtine, navê yek ji wan kesan “Seid Şingalî” bi nasnavê “Pîr Çeko” ye û yê din navê “Xeyrî Xidir” bi nasnavê “Agir” bûye û her du kes jî xelkê Şingalê ne.

Lê belê medyaya nêzîkî PKKê derbarê êrîşê de belav kiriye, ku êrîş îro di saet 11:40an de çêbûye û di encama êrîşê de 3 kes bi giranî birîndar bûne.

Li gor zanyariyên medyaya PKKê, birîndar rakirine nexweşxaneyê lê rewşa wan giran e.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 733 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:40:27
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x