Parlamenterê YNK: Sala 2020 Kurdistan dê bibe dewleteka serbixwe

Parlamenterekî kurd dibêje, Kurdistana Başûr dê sala 2020 bibe dewleteka serbixwe.

25.03.2017, Cts - 08:28

Parlamenterê YNK: Sala 2020 Kurdistan dê bibe dewleteka serbixwe
Nuçe Belav bike

Parlamenterê kurd û endamê firaksyona YNKê li parlamentoya Kurdistanê Salar Mehmûd li ser hewlên serxwebûna Kurdistanê ji BasNewsê re got, dema serxwebûna Kurdistanê zêde nemaye ji ber wê jî divê hêz û partiyên Kurdistanî xebatên xwe tundtir û bihêztir bikin û xwe zêdetir bikin yek.

Salar Mehmûd her wiha got, mijara serxwebûna Kurdistanê di nav xelkê Kurdistanê de cihê xwe girtiye û bi temamî hatiye meyandin. Li Rojhilata Navîn jî divê ev yek were dîtin ku di heyama sed salên borî de, serkutkirina kurdan bûye sebeba wê ku gelên herêmê asûde nebin, ji ber wê jî qebûlkirina mafên gelê kurd tê wateya arambûna herêmê.

Wî parlamenterê Kurdistanê anî ziman ku sala 2020 dê Kurdistan bibe dewleteka serbixwe û got, sala 2020 sedemîn salvegera peymana Sevrê ye. Wê çaxê di peyama Sevrê de bo kurdan dewletek hatibû destnîşankirin lê bi komploya Lozanê ew dewlet nema. Ji ber wê jî ya herî baş ew e ku di sedemîn salvegera peymana Sevrê de serxwebûna Kurdistanê were ragihandin.

Salar Mehmûd li ser helwesta Iraqê li hember serxwebûna Kurdistanê jî got, niha jî eger firsend bikeve destê hikûmeta Iraqê dê zêdetir kurdan serkut bike. Mînaka wê jî dijîtiya Bexdayê li hember bilindkirina alaya Kurdistanê li Kerkûkê ye.

Li gorî wî parlamenterê kurd, ti partî û aliyekî Kurdistanê li dijî serxwebûna Kurdistanê nîne ji ber ku mijara serxwebûna Kurdistanê, dîroka kurdan e. Di dîroka Kurdistanê de yekemîn car Şêx Seîdê Pîran serxwebûn ragihandiye û paytexta wê Amed bûye, li dû wî Qazî Mihemed ragihandiye û paytexta wê Mehabad bûye paşê Şêx Mehmûdê Hefîd ragihandiye paytexta wê Silêmanî bûye. Lê ji ber ku hêzên navdewletî piştgirî nekirine, li ser piyên xwe nemane. Lê niha li Kurdistana Başûr şert û mercên ragihandina serxwebûnê hene û civaka navdewletî jî piştgirî dide. Ji ber wê jî dema wê hatiye ku kurd serxwebûna xwe ragihînin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1153 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:13:44
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x