Parlamentoya Almanyayê: Referandûma serxwebûnê re pîrozbahî şand

Rêvebirê partiya desthilat a Almanyayê (CDU) û Cîgirê Serokê Parlamentoya Brandenburgê Dieter Dombrowskî piştgiriya referandûma serxwebûna Kurdistanê kir û liser vî esasê peyamek weşand.

30.09.2017, Cts - 08:01

Parlamentoya Almanyayê: Referandûma serxwebûnê re pîrozbahî şand
Nuçe Belav bike

Endamê serkirdeyatiya Partiya CDU (ku Partiya desthilatdar a Almanya ye) û Cîgirê Serokê Parlemantoya eyaleta Brandenburgê Dieter Dombrowski piştgiriya xwe ji bo referendûma serxwebûna Kurdistanê diyar kir. Dombrowskî di daxûyaniya xwe de bala raya giştî dikşîne ku hêvîdar e proseya referendûma serxwebûna Kurdistanê bi erênî encam bide.

Dombrowski di daxûyaniya xwe de dibêje:

Hevalên kurd ên hêja,

Ez ji hemû welatiyên herêma Kurdistanê û yên beşdarî referandûmê bûn pîroz dikim bo vê prosesa demokratîk. Heman demê hêvîdarim hemû pirsgirêk bi aştiyane bêne çareser kirin, di navbera Hewlêr û Bexdayê de û ew projeya we bigihe encamê. Hêvîdar im welatên derve mudaxeleyên xirab nekin û destwerdanê jî nekin. Li Iraq û Kurdistanê hemû taîfe, mezheb û netewe û ayin hene. Ez li ser rewşa penaberan ditirsim. Hêvîdarim ew bi selametî bin û ev yek bêtir dikeve stûyê Bexdayê de.

Dubare vê referandoma demokrat li we pîroz dikim, ku her tişt bi aştî derbas bibe û spasiya we dikim. Herweha pêşerojek xweş bo we dixwazim.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1692 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:46:16
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x