Roja 18ê Kanûna 2023an dê hilbijartinên Encûmena Parêzgehên Iraqê were encamdan ku ji sala 2005an ve ev yekem hilbijartinên encûmena parêzgehan e ku li bajarê Kerkûkê birêve diçe.
Ji aliyê xwe ve, Berpirsê Lîsteya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bo hilbijartiên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Saman Reşîd ji Kurdistan24ê re ragihand, PDK bi nav û logoya xwe beşdarî hilbijartinên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê dibe û lîsteya wê jî ji 30 kesayetan pêk hatiye û navên wan pêşkêşî komîsyonê hatiye kirin.
Herwiha destnîşan kir, li gor yasa û rênimayên hilbijartinan, divê rêjeya jinan ji %25 kêmtir nebe û lîsteya PDKê ji bo hilbijartinên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ji vê rêjeyê zêdetir nûnerên jin li xwe digre.
Roja Şemiyê 12ê Tebaxa 2023an, Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah ligel Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê civiya û di civînê de got: “Ji bo gihiştina bi wê rastiya ku kî nifşê resen ê bajarê Kerkûk û pêkhateyên resen ên Kerkûkê ne, em gihiştine astekê ku em rêkarekê ji bo cudakirina pêkhate û nişteciyên resen ên Kerkûkê deynin.”
Şaxewan Ebdullah diyar kir: “Me bendeke girîng bi cih kir, ew jî em wê serjimêriya sala 1957an bikin bingeh, da ku em zelal bikin kî nifşê resen ê Kerkûkê ye, bi taybetî ev serjimêr vedigere bo beriya siyasetên erebkirinê, ev girîng e ji bo derxistina wan kesên piştî 2003 û 2015an hatine Kerkûkê, loma eger ew xwedî belgenameya serjimêriya sala 1957an nebin, nikarin wek welatiyên Kerkûkê werin hejmartin.”