PDK ji bo cudabûna ji Iraqê pêngaveke din davêje

Biryara vekişîna ji Bexdayê û beşdarînekirin di hilbijartinên parlamentoya Iraqê de, tenê daxwaza PDKê ye, lê belê partiyên din ên Kurdistanê weke PDKê hizir nakin.

09.02.2017, Per - 20:46

 PDK ji bo cudabûna ji Iraqê pêngaveke din davêje
Nuçe Belav bike

PDK dixwaze bo cudabûna ji Iraqê û serxwebûna Kurdistanê pêngavek nû bavêje, pêngavek ku di nava wê partiyê de komdengiyek çêkiriye. Piraniya serkirdatiya PDKê tevî Barzanî bi xwe jî dixwazin, di hilbijartinên vê carê yên Iraqê de beşdar nebin.

Li gor zanyariyên Rûdawê hin, ku PDK cihên vala yên wezîrên li ser pişka xwe, tevî Wezareta Darayiyê jî tije nake, ne tenê ew, belku PDK êdî naxwaz li Bexdayê ti postên din werbigire.

Endamê Polîtboruya PDKê Ceifer Îbrahîm helwesta dawîn a partiya xwe li ser pêwendiyên bi Bexdayê re aşkere kir û ji Rûdawê re ragihand: “PDK bi ciddî behsa wê yekê dike ku aya beşdariyê di hilbijartinên dahatî yên Iraqê de bike yan na. Çimku niha nêrîneke zal di nava partiyê de heye , ku êdî beşdariyê di hilbijartinên Iraqê de nekin û ew nêrîn gelek bihêz e”.

Hatina şanda Hevpeymaniya Niştimanî ya şîeyan di çend rojên bihorî de bo Hewlêrê, biryara PDKê bo vekişîna zûtir ji Bexdayê paşxist. Emar Hekîm ku bi siyasetmedarê miyanrew ê şîeyan tê naskirin, daxwaz kiriye ku Hewlêr şanseke din bide Bexdayê.

Biryara vekişîna ji Bexdayê û beşdarînekirin di hilbijartinên parlamentoya Iraqê de, tenê daxwaza PDKê ye, lê belê partiyên din ên Kurdistanê weke PDKê hizir nakin.

Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), bo beşdarînekirin di hilbijartinên Iraqê de ti tiştekê bi hencet nizane.

Endamê Serkirdatiya YNKê Arêz Ebdullah ku hevdem parlamenterê wê partiyê li Bexdayê ye, siyaseta partiya xwe ya bo hilbijartinên pêşerojê yên Bexdayê aşkere kir û ji Rûdawê re got: “Bêguman heta wê dema ku em beşek bin ji dewleta Iraqê, em dê beşdariyê di hilbijartinên Iraqê de bikin û pêwîst e em beşdariyê jî bikin. Nabe em bi destê xwe, xwe paşguh bixin. Niha jî hewl hene ku arîşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê werin çareserkirin”.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1221 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:09:53
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x