PDK: Tirkiye vanayê bigire, dibe ku em petrolê di rêya Sûriyeyê re bifiroşin

Nûnerê Partiya Demokratîk a Kurdistanê ya Rûsyayê Xoşewî Babekr ragihand, eger Tirkiye herikîna petrola Herêma Kurdistanê rawestîne, em ê petrolê bi alîkariya Rûsyayê di ser Sûriyeyê re bişînin.

28.09.2017, Per - 11:54

PDK: Tirkiye vanayê bigire, dibe ku em petrolê di rêya Sûriyeyê re bifiroşin
Nuçe Belav bike

Babekirî axaftina xwe ya ku li gel ajansa Spûtnîkê re pêkaniye de got, " Rêyeke li ber kurdan heye ku petrolê di ser Sûriyeyê re bifiroşin. Em dikarin bi Rûsyayê re li hev bikin ku petrolê di ser Deryaya Spî re bişînin. Em plan dikin vê ihtimal bi Sûriyeyê re biaxivin. Nexasim ku bandorekje giring a Rûsyayê li ser hikûmeta Sûriyeyê heye."

Babekr berdevamiya axaftina xwe de di derbarê li ser tehdîdên Tirkiyeyê ku piştî referandûma serxwebûnê dibe herikîna petrolê ya Kurdistanê bibire, destnîşan kir ku bawer nake tiştekî wiha bibe û got: "Herikîna Petrolê ji bo Tirkiyeyê bisûd e. Nexasim em ji bo vê pereyan didin. Herikîna petrol û gazê raweste, ziyan dê bigihêje qadên din jî yên aboriyê. Eger çavkaniya sereke ya dahata Kurdistanê ji nav biçe, hêza me ya kirrînê jî namîne. Ev jî tê wê wateyê ku ixracata em ji Tirkiyeyê dikin dê kêm bibe û kurdên li Tirkiyeyê jî dê pê aciz bibin.

Her wiha Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî ragihandibû ku ihtimal heye, vanaya petrolê bigirin.

sputnîk
Vî nûçeyê tevayî: 1084 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:19:58
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x