Peyama sersaxiyê ya Serok Barzanî ji bo koça dawî Celal Zengabadî

Serok Barzanî ji ber koça dawî ya edîb û wergêrê navdarê Kurd Celal Zengabadî, peyameke sersaxiyê belav kir.

06.09.2023, Çar - 05:49

Peyama sersaxiyê ya Serok Barzanî ji bo koça dawî Celal Zengabadî
Nuçe Belav bike

Serok Barzanî ji ber koça dawî ya edîb û wergêrê navdarê Kurd Celal Zengabadî, peyameke sersaxiyê weşand.

Peyama sersaxiyê ya Serok Barzanî wiha ye:

"Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi xemekî mezin ve nûçeya koça dawî ya lêkolîner û edîb û wergêrê navdarê Kurd Celal Zengabadî gihîşt min.

Pirse û sersaxiya xwe pêşkêşî malbat û kesukar û dost û nasên xwedê jêrazî Celal Zengabadî û hemû edebdost û zana û nivîskarên Kurdistanê dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim ruhê xwedê jêrazî Celal Zengabadî bi bihûşta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 365 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:55:57
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x