Piştî PDKê, YNKê jî biryar da

Piştî ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) guhertin di rêxistin û berpisatiyên kadroyên xwe de kir, Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) jî guhertinekê pêk tîne.

13.02.2017, Pts - 17:26

Piştî PDKê, YNKê jî biryar da
Nuçe Belav bike

Piştî ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) guhertin di rêxistin û berpisatiyên kadroyên xwe de kir, Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) jî guhertinekê pêk tîne.

Piştî civîna encumena rêveberiya YNKê ya dawî, ji bo guhertina peywirên nav hikûmetê, biryar hat dayîn.

Di daxuyaniya civînê de hat aşkerekirin, hin kesayetên ku li nav hikûmetê peywirdar in, dê werin guhertin.

Endamê Polîtburoya YNKê Sîrwan Koyxa ji Rûdawê re ragihand: “Di civînê de biryar hat dayîn ku bi serokatiya Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, komîsyonek were damezrandin û li hin peywirên hikûmetê ji bo guhertinê, dest bi xebatan were kirin.”

Li ser îdiayên weke “cihên ku ji Tevgera Gorran vala bûne, dê YNK tije bike” Koyxa got: “Tiştê ku Gorran kirî, em nakin. Em dê qet nefikirin ku em van kursiyan tije bikin.”

Herwiha Sîrwan Koyxa destnîşan kir, ji kabîneya 8emîn, hin peywirên ku pêwîst e bidin wan, nehatine dayîn û got: “Hilbijartin nêzîk dibe, armanca me wergirtina van kursiyan nîne, tenê em dixwazin li nav hikûmetê, hin endamên xwe biguherînin.”

Hat diyarkirin ku di roja pêncşemiya bihê de, YNK dê civînekê li dar bixe û li ser guhertinan bixebite.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1551 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:19:08
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x