Endamê Polîtburoyê û Berpirsê Ofîsa Rêxistina Duhokê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê Piştîwan Sadiq di ahenga cemawerî ya 77 saliya damezrandina PDKê de ku li bajarê Duhokê birêve çû, ragihand ku Badînan keleha PDKê ye û PDK 77 sal in di xebat û têkoşînê de ye û ti car dest ji mafên Kurd bernedaye.
Piştîwan Sadiq destnîşan kir, şoreşên Îlon û Gulanê, berhema Partiya Demokrat a Kurdistanê ne, Kurdistan û xelkê Kurdistanê fêrî berevanîkirin, wêrekî û jixweborînê kir, çimkî PDK her ji damezrandinê ve ji bo mafê çarenûsê, dest bi parastina Kurd û mafên wan kir.
Sadiq di axaftina xwe de diyar kir, di demekê de salvegera PDKê pîroz dikin ku di heman demê de General Mela Mistefa Barzanî, nimûneyê serkirde û kesayetê bilind û rêberê şoreşa netewî ya Kurd bi bîr tînin.
Berpirsê Ofîsa Rêxistina Duhokê ya PDKê destnîşan kir, Kurdayetî li ser destê Barzanî tê bîranîn, eger PDK û Barzanî nebûna, Kurd li Başûrê Kurdistanê niha xwedî statuya Herêma Kurdistanê û saziyên fermî nedibûn, evê li holê ye berhema wan qurbaniyan e ku Barzanî û PDK ji bo Kurd û Kurdistanê dane. Herwiha got, îro Serok Barzanî mîratgirê rasteqîn ê wê xebat û qurbanîdana PDK û Barzanî ye û bi saya hîkmet û rêbertiya wî, Kurdistan avedan e û ciwan siberoja xwe geş dibînin.