PKK dixwaze partiyeke siyasî-serbazî li Şingalê ava bike!

PKKê bi fermî daxwaza mohletê ji hikûmeta Iraqê kiriye

24.01.2017, Sal - 09:11

PKK dixwaze partiyeke siyasî-serbazî li Şingalê ava bike!
Nuçe Belav bike

Hat zanîn ku PKK dixwaze partiyeke siyasî-serbazî li devera Şingalê ya Kurdistana Başûr ava bike û bi fermî daxwaza mohletê ji hikûmeta Iraqê kiriye. Parlamenterekî kurd jî dibêje, Bexda dê rizamendî li ser wê yekê nîşan nede.

Heftenameya Bas ji zarê berpirsekî hikûmeta Iraqê eşkere kiriye ku PKK ji bo ku hebûna xwe li Şingalê rewa nîşan bide û hêcetek qanûnî bo hebûna hêzên xwe li Şingalê bibîne, dixwaze partiyekê li wê devera Kurdistana Başûr ava bike.

Li gorî nûçeya Basê, ew pêngava PKKê piştî wê yekê tê avêtin ku êdî PKK piştrast bûye ku piştî şerê Mûsilê, Amerîka û hêzên hevpeyman nahêlin PKK li Şingalê bimîne, ji ber wê jî dixwaze partiyeke siyasî-serbazî ava bike.

Wî jêderê Basê daye zanîn ku navê wê partiya ku PKK dixwaze ava bike, “Partiya Azadî û Demokrasiyê” ye, baskê wê yê serbazî jî dê “Yekîneyên Berxwedana Şingalê – YBŞ” be.

Di raporta Basê de hatiye gotin ku ew partiya PKKê dê destpêkê xebatên xwe li devera Şingalê bimeşîne paşê li deverên din ên Kurdistana Başûr xebatên xwe berfireh bike.

Parlamenterê kurd û nûnerê êzîdiyan di parlamentoya Kurdistanê de, Şêx Şamo li ser wê mijarê ji Basê re gotiye, hikûmeta Iraqê dikare bi awayekî ne rasterast alîkariya PKKê bike lê nikare bi fermî û rasterast alîkariya wê bike. Hebûna PKKê li devera Şingalê, bi her navekî dibe bila bibe, nayê qebûlkirin. Vê yekê ne êzîdî qebûl dikin, ne hikûmeta Kurdistanê ne jî hêzên hevpeyman.

Şêx Şamo her wiha gotiye, eger hikûmeta Iraqê mohleta avakirina partiyeke siyasî bide PKKê jî ew mohlet ne bo Kurdistanê ye. Ti carî nayê qebûlkirin ku li Kurdistanê hêzek derveyî sîvana Wezareta Pêşmerge hebe.

Qaymeqamê Şingalê Mehma Xelîl jî gotiye, em ti carî hebûna PKKê li Şingalê, bi her navekî dibe bila bibe, qebûl nakin. Kêşeya me bi wan êzîdiyên ku alîgirên PKKê ne, re nîne kêşeya me hebûna çekdaêrn PKKê ye.

BasNews
Vî nûçeyê tevayî: 996 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:48:33
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x