Hêzên Pêşmergeyên Kurdistan ragihand ku, "îro liser îddiayên hinek çapemeniyan ku Hêzên Pêşmerge li Kerkûkê li hemberî Artêşa Iraqê dev ji çeperên xwe berdane, ev îddîa bê bingeh û teqez derewe. Hêzên Pêşmerge yek metr jî paşve nekişiyaye û mewzî hatine bihêzkirin" got.
Berdevamiya daxûyaniyê de tê gotin ku, "li ser van îddiayan me li gel Fermandarê Hêzên Zerevanî, ku jiber ewlehiyê em navê wî nadin, hevdîtin pêkanî û hat zanîn ku ev îddia bê bingeh û derewe."
"Nûçeyên ku dibêje hinek der hatine terikandin, bi teqez îddiayên bêbingehin. Wek berê ku Pêşmerge li hemberî şerê DAÎŞ'ê li gorî mewzîyan ku hatibûn sazkirin û jibo şer ku hatibû amadekirin dîsa ji nûve hêzên me hatiye dîzayn kirin.Li gorî vê plana taktîkî de, hinek deran Hêzên fizûlî hebûn. Ew hêz me şemitand nêzikê hinek deran."
Her wiha tê gotin ku," ger bizanibin ku hêzên me li enîyên parastine de yek gav paşve neavêtine. Ger em bizanibin ku ev îddia propaganda moral xirabkirinêye û ji aliyê Heşdî Şabî û Artêşa Iraq'ê ve hatiye organîzekirin."